Sarisaç, diyar kir ku hilbijartineke dîrokî pêk tê û destnîşan kir ku hilbijartinên 14'ê Gulanê wê çarenûsa Kurdan û tevahiya Tirkiyeyê diyar bike û got, "Di vê demê de em ji aliyê gel ve îradeyek mezin dibînin. Em hewl didin ku her tiştê ku ji destê me tê bikin, da ku bibin layiqî wê."
Sarisaç bang li gel kir ku xwedî li dengê xwe derkeve û got, “Dengek jî ji bo civakê, ji bo pêşeroja civakê pir girîng e. Li ser vê yekê ez bang li gelê me, civaka me dikim ku ne tenê dengê xwe bidin, ji bo muşahîtiyê serlêdanê dikin û piştî ku dengê xwe dan jî xwedî li dengên xwe derkevin û li cihê dengdanê bin.”
Sarisaç got, "Em ê bi hev re biguherînin û em ê bi hev re bi ser bikevin."